Hat ragihandin li navçeya Tarsûsa Mêrsînê ji ber ku wesayîtek gindirî newalê 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn yên ku mirine yek ji wan Sûriyeyî ya din jî Misrî ye.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin yên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane Ahmet Haji Süleyman (25) û Reham Younis Abdelrahman Darwish (30) in.
Cenazeyê kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn bi ambûlansan birin nexweşxanê.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)