Walîtiya Diyarbekirê di derbarê traktora ku 3 ton teqemenî bar kirîbû û li gundê Yaytaşê di dema lêgerînê de hatibû tespîtkirin de daxuyanî da.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin di encama lêgerîna ku di traktorê hat kirin de hat tespîtkirin ji bona tesîra teqemenîyê bê zêdekirin TNT, tûp, nêzî 3 ton amonyum nîtrat û toza alîmînyumê hatiye bikaranîn. Her wiha hat diyarkirin li ser teqemenîyê sîstema teqandinê jî hatiye tespîtkirin.
Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de bi heman awayî hat diyarkirin PKKyîyek hatiye kuştin yek jî sax hatiye girtin û her wiha teqemeniya ku hatiye bidestxistin hatiye îmhakirin.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)