Li navçeya Erdemliya Mêrsînê di qamyoneta ku hat sekinandin de 1,5 ton goştê bêhnpêketî hat bidestxistin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin polêsan li ser Rêbeja Mêrsîn-Entelya qamyonetek sekinandin û tê de lêgerîn kirin.Di encama lêgerîna ku hat kirin de li rasta tonek û nîv goştê bêhnpêketî hat.
Di derbarê bûyerê de ajokarê qamyonetê hat binçavkirin û goştê bêhnpêketî jî ji bona ji teref ekîbên zabitayan ve bê îmhakirin teslîmî wan hat kirin.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)