Derket holê Îsmaîl Hakki Sanliyê ku li Diyarbekirê di Dibistana Navîn a Fevzî Çakmaka navçeya Baglarê arîkariya midûrê mektebê ye li mektebê çend xwendevanên qîz ên 10 salî tacîz kiriye.Xwendekareke ku hatiye tacîzkirin û bavê wê  bûyera ku li mektebê pêk hatiye ji ÎLKHAyê re vegotin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Îsmaîl Hakki Sanliyê ku arîkarê midûrê mektebê ye bi hinceta axavtina meseleyên malbatî yek bi yek çend qîzên 10 salî gazî polê kiriye û li wê derê wan tacîz kiriye.Zarokan ku ji teref Îsmaîl Hakki Sanlî ve hatine tacîzkirin ji ber ku di tuwaletan de werşîne û ji ber ku di hal û hereketên wan de guhartin çêbûne mesele ji teref mamosteyên din ve hat hînbûn.

 “Weliyên xwendekaran di ser mektebê de girtin”

Piştî ku bûyer li temamê mektebê belav bû re weliyên xwendekaran di ser mektebê de girtin.Midûrê mektebê ji bona weliyên xwendekaran aram bike  diyar kir ew ê ji bona lêpirsîn bê vekirin tiştê pêwîst bike, lê midûrê mektebê ji dêla ku di derbarê meselê de muracatî Midûrtiya Perwerdeya Neteweyî bike serî li Navenda Lêkolîna Rêbertiyê da.Rayedarên Navenda Lêkolîna Rêbertiyê li mektebê xwendekar û weliyan guhdar kirin û meselê birin Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî.Di derbarê bûyerê de lêpirsîn vekirin û ji teref wezîfedarên ewlekariyê ve îfadeya weliyên xwendevanan hat girtin. Weliyên xwendevanan di derbarê tacîzên ku hatine kirin de gilîdar bûn.Her wiha derket holê Îsmaîl Hakki Sanliyê ku arîkarê midûrê mektebê ye û xwendevanan tacîz kiriye endamê Egîtîm-Senê ye.

“Di navbera tacîz û tecawûzê de çi ferq heye!

Hat ragihandin  weliyê xwendekarekê ji midûrê mektebê re bertek nîşan daye û jê pirsiye di navbera tacîz û tecawûzê de çi ferq heye û Midûr Devrîm Çelîk jî jê re gotiye ‘Di navbera tacîz û tecawûzê de ferq heye.’ Weliyê xwendevanê di derbarê bûyerê de axivî û diyar kir midûrê mektebê hewl dide da ku bûyer ji teref çapemeniyê ve neyê bihîstin û mesele negihijê darezgeriyê.

 “Ez dixwazim parêzer bigirim lê derfeta min nîne”

Di derbarê bûyerê de weliyê(naxwaze navê xwe aşkere bike) xwendera ku arîkarê midûr wê tacîz kiriye wiha axivî: “Haya min dereng ji bûyerê çêbû.Piştî ku ez bi bûyerê hisiyam zaroka min ji kontrola doktorên psîkîyatrîst derbas bû. Tenê ne qîza min, bi heman awayî îfadeya xwendekarên din jî hat girtin û hatin muayenekirin.Roja înê ez û midûr di derbarê mijarê de axivîn.Qereqol gazî min kir, min îfade û dilekçe da.Doktor xeber dane ewlekariyê.Cara ewil mexdûriyeteke bi vî awayî ha te serê me.Ez dixwazim parêzer bigirim lê derfet û îmkanên me nînin.”

 “Zarokinan din jî hatine tacîzkirin”

Welî di berdewama axavtina xwe de diyar kir qîz û naskiriyên arîkarê midûrê mektebê Îsmaîl Hakki Sanliyî hatine ba wî û jê xwestine da ku di derheqê Îsmaîl Hakkiyî de gilîdar nebe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji min re got ku bavê min nexweş e ji doza ku te vekiriye vegere.Heta ku ew bimre ez dev ji doza xwe bernadim. Ez digel midûr û qîza min em çûn nexweşxanê.Ez ê  serî li serdozgeriyê jî bidim.Berî vê bûyerê zarokinan din jî hatine tacîzkirin. Li gor gotinan, Îsmaîl Hakki xwendevanan dudo dudo gazî polê dikir û bi du kesan jî li devê deriyê polê nobedê dida girtin.Qaşo ew ê meseleya malbatî bi wan re xeber bide. Xwendekarên li devê derî ji rewşê şiphe kirine û li derî dane.Ji ber vê yekê dev ji zarokan berdaye. Zarok jî ji ber ku tirsiyane ji tu kesî re tu tiştî negotine.”

 “Mamosteya min a ku bi bûyerê hisiya min hembêz kir û giriya”

Xwendekara Dibistana Navîn a Fevzî Çakmakê ya ku 11 salî ye û arîkarê midûr wê tacîz kiriye di derbarê bûyerê de wiha axivî:”  Arîkarê midûr Îsmaîl Hakki Sanli dema ku em di dersa matematîkê de bûn gazî min û hevalên min kir.Em 3 kes bûn.2 hevalên min li ber devê derî hişt û min rahişte polê.Di polê de destdirêjî kir.Wê demê zîlê lê da û hevalên min ketin hundir.Mamoste bi wan de xeyidî.Dû re mamoste ji min re got ku tu dikarî derkevî.Dû re em çûn destşoyê.Ji ber ku dilê min û ya hevalê min dixeliya em werişîyan.Hevalên me hewl didan me aram bikin. Du derse me yê dawî mabûn lê em nikaribûn dersen xwe bikin. Mamosteya me ya pîrek jî bi bûyerê hisiyabû.Ji ber ku bi bûyerê hisiyabû min  hembêz kir û giriya. Dû re bûyerê ji mamosteyên din re jî got.”

Xwendekar di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesê ku karê tacize kiriye Arîkarê Midûr Îsmaîl Hakki Sanli ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku bûyer li mektebê belav bû mamosteyek li wî da û xwendevanên sibehker jî lê dan.Bi qasî ku ez dizanim Îsmaîl Hakkin Sanli 6 zarokan tacîz kir.Lê ji ber ku şerm dikirin ji tu kesî re vê bûyerê negotin.Ez a niha kabûsan dibinim.Tê xwenên min, ez ji ber direvim.”

Hinek mamosteyên mektebê li derveye mektebê civîn kirin ku ev yek jî balan kişande li ser xwe

Hat hînbûn berî ku bûyer li derdorê belav bibe midûrê mektebê û çend mamoste li ber devê deriyê mektebê li hev civiyane di derbarê mijarê de nirxandinan dikin ku ev civîna ku kirin ji teref kamerayan ve hat qeydkirin.Di kamerayan de tê dîtin di civîna ku kirin de di derbarê pêkhatina bûyerê û belavbûna bûyerê de bi hevdû re diaxivin.Ev civîna ku li derveyê mektebê hatiye kirin balan kişande li ser xwe.

 Egîtîm-Sen di van rojên dawî de bi fealiyetên xwe yên LBGTÎ derdikeve pêş

Tê zanîn ku Egîtîm-Sen bi gelek skandalan tê rojevê û her wiha di derbarê LBGTIyan de gelek xebatan dike û ji bona ku ev xebat li mekteban jî werin kirin  telebên wan hene.Derketina mamosteyekî tacîzker ê di nava Egîtîm-Sena ku van xebatên LBGTÎ ji xwe re kiriye hedefa yekemîn dibe sedem ku lîyakata perwerdekaran ji teref raya giştî ve bê jê pirsin.(ÎLKHA)