Serokê kevin a saziya îstîxbaratê ya rejîma Siûdê Turkî el-Faysal di sempozyoma ku li Washîngtonê hat lidarxistin de axivî.  El-Faysal destnîşan kir heke Îran peymana nûklerê ya ku bi Rojavayê re îmza kiriye îxlal bike dê ew jî çekên nûklerê bidest bixin.

Turkî el-Faysalê ku pêşengên xanedana Siûdê ye bi Alîkarê Serokwezîrê Kevin a Îsraîlê Yakov Admîror re di sempozyoma ku li Washîngtonê hat lidarxistin de axivî. El-Faysal destnîşan kir heke Îran peymana nûklerê ya ku bi Rojavayê re îmza kiriye îxlal bike dê ew jî çekên nûklerê bidest bixin.

El-Faysal çendekî sefîrtiya Emrîkayê kiriye. Faysalê ku di derbarê pevçûnên Sûrî de li Rojavayê dixebite ji bo rejîma Siûdê peywirdariyên ji hev cûda dike. (ÎLKHA)