Li Diyarbekirê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û lijneya pêrê beşdarê bernameya vekirinê ya Cemiyeta Mafên Însanan bûn. Yapicioglu diyar kir ku Misliman nikarin rêmana mafên însanan bikin amûr.
Yapicioglu diyar kir ku li ser rûyê dinê xwîna mezlûm û mustez’efan diherike û mafa herî girîng bê tirs tê îxlalkirin.
“Madeya ku heq û hiqûqên neteweyî ya ku bi hikmên Îslamî re natewişe min gelek kêf xweş kir”
Yapicioglu diyar kir mimkûn e ku mirov bi saet û rojan vî mijarê biaxive û ev saziya ku di vî warê de hatiye sazkirin wî gelek kêf xweş kiriye. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Dema ku min da’wetê vî bernamê kirin ji ber ku min bihîst di derbarê vî yekê de saziyek din hatiye avakirin ez gelek kêf xweş bûm. Lê dema ku ez hatim vir min broşûra danasînê dît û piştî ku min serokê cemîyetê Mehmet Karadag guhdar kir ez gelek kêf xweş bûm. Ji ber ku madeya heq û hiqûqên neteweyî ya ku bi hikmên Îslamî re natewişe heye ez gelek kêf xweş bûm. Çima? Wek wecîza Ustad Bedîuzeman Se’îd Nursî ‘Edalet kuleha xwe daye serê zilmê; cil û bergê xiyanetê dilgermî erzan li xwe liriye.”
Yapicioglu diyar kir ku însan xwe li pişta rêmanên mafên însanan, heq û hiqûqê vedikşêrin û wan rêmanan wek amûr bi kar tînin. Dûvre Yapicioglu axavtina xwe wiha domand: “Rêmana mafên însanan îro ji zilm û kedxwariyê re bûye amûr. Wekê ayetên ku di vekirina bernamê de hatin xwendin. Ew ayet îqazên gelek tûnd bûn. ‘Şahidbûna adil ya ku heqqê dide jiyandin’ û di dawiya vî yekê de ‘Xweda ji her tiştê xeberdar e’. Her wiha dizane ku we çi kiriye û çima kiriye. Xweda ji her tiştê xeberdar e û çawa hewce dike jê bitirsin.”
“Divê ku em li nasnameya mezlûmê nenêrin, kî dibe bila bibe divê ku em li dijî wî bibin”
Yapicioglu destnîşan kir reçeta vî bohranê bes Îslam e. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Misliman nikarin van rêmanan wek amûr bikar bînin. Berpirsyariya me ew e ku em bidin nîşandan ku Misliman dê bibin şahidên adil. Barê we gelek mezin û niyazmendiyekî gelek mezin e. Berpirsyariya me ew e ku em bidin nîşandan Mislimantî bes ji ritûelan pêk nayê.”
“Mafên însanan, mafê derketina ji însantiyê di nav xwe de nahewîne”
Yapicioglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “Wek partî em ji herkesê re wekhe dûr nasekinin. Rast e ku em kesên ku semîmî ne û di derbarê vî yekê de dixebite ji xwe re nêziktir dibînin û çi ji me dê em diderbarê vî yekê de çi ji destê me em ê bikin. Mafên însanan, mafê derketina ji însantiyê din av xwe de nahewîne.” (ÎLKHA)