Li Zanîngeha Artukluya Mêrdînê ‘Civîna Dekanên Fakulteyan a Îlahiyat û Zanistên Îslamî ya 23yemîn’ hat lidarxistin. Civîna ku dekanên 70 zanîngehan beşdarbûbûn dê 2 roj bidome.

Di civînê de Waliyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak, Endamê Lijneya Rêvebirina YOKê Prof. Dr. Îbrahîm Hatîpoglu û Rektorê Zanîngeha Artukluya Mêrdînê Prof. Dr. Ahmet Agirakça axivîn.

 “Dê di demekî kurt de dawî li operasyonên Nisêbînê were”

Waliyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak di civînê de diyar kir ku Mêrdîn bi bûyerên ku heq nake re rû bi rû maye û di serê bajarên ku mexdûrê van bûyeran in de tê. Dûvre Koçak axavtina xwe wiha domand: “Dê di demekî kurt de dawî li operasyonên Nisêbînê were. Di gelek bajarên me de pirsgirêkên biçûk çêbûn. Lê civaka me dikare vî pirsgirêk bi qiweta xwe ji holê rake.”

 “Fakulteyên Îlahiyatê di bin tehekkûma modernîstê de pelixîne”

Endamê Lijneya Rêvebirina YOKê Prof. Dr. Îbrahîm Hatîpoglu destnîşan kir divê ku gel ji bernameyên di televiziyonan de tên lidarxistin haydar bibin. Her wiha Hatîpoglu diyar kir pêwîst e ku gikirandina ku hev digire ji ciwanan re were karkirin. Dûvre Hatîpoglu axavtina xwe wiha domand: “Fakulteyên Îlahiyatê di bin tehekkûma modernîstê de pelixîne. Bihêlin heke însan dixwazin fiqiha saxlem bixwînin bila bixwînin. Kî çi dixwaze bila bixwîne.”

 “Em di dewra qrîzê de ne”

Hatîpoglu diyar kir kesên ku teqadûmê didin ilm û emelê ji Xweda re hemd dikin. Dûvre Hatîpoglu axavtina xwe wiha domand: “Ev yek bi mensûbbûna fakulteya Îlahiyatê, xwedîbûna navnas û pênasê an jî dekanbûna li fakulteya Îlahiyatê re têkildar nînin. Ev yek bi hemdkirina Xweda re têkildar e. Em di dewra qrîzê de ne. Îro divê ku em li ser rêbaz û metodên ku mifesiran ji me re hêştine bixebitin lê em nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Îro li favkulteya Îlahiyatê dema ku pirsekî Erebî ji ciwanek tê pirsîn ew ciwan diçe ji ber ku ev pirsa Erebî jê hatiye pirsîn gilîdar dibe. Em bi rewşekî wiha re rû bi rû mane. Dema ku rêbaz tunebe girîngiya îmtihanê jî namîne. Îro dema xwendekarên me ji fakulteyan mezun dibin divê ku em bi wî tefsîr, eqaîd an jî kitêbek hedîsê bidin xwendin dûvre wî mezun bikin.”

Erebî nebe nabe

Rektorê Zanîngeha Artukluya Mêrdînê Prof. Dr. Ahmet Agirakça belav kir ji bo ku di Îmam Xetîb, lîse û faqulteyên Îlahiyatan de zanistên Îslamî werin xwendin zêde hewl tên dayîn. Her wiha Agirakça diyar kir ku Erebî pirr girîng e û dema Erebî neba nabe. Dûvre Agirakça axavtina xwe wiha domand: “Dema ku Erebî nebe mirov bi tu şiklê nikarê di derbarê ilm û zanistên Îslamî de bibe xwediyê ilmên kur. Ev minkûn nînin.” (ÎLKHA)