5 kesên ku dikirin derbasî Sûriyê bibin hatin kuştin
Hat ragihandin li navçeya Oguzelîya Entabê 15 kesên ku tê îddîakirin endamê DAEŞê ne dema ku dikirin ji rêyên dere qanûnî sînorê derbas bikin û derbasî Sûriyê bibin li ser wan de hat gule hat reşandin.Di encama gule reşandinê de 5 kes hatin kuştin 6 jê birîndar tevde 10 kes jî hatin binçavkirin.
07.05.2016 10:42:02 / Xeberen Kurdi
Li gor agahiyan bûyer di derdora seat 06.30an de li sînora Oguzeliya Entabê pêk hat. Kesên ku birîndar bûbûn rakirin nexweşxanê û cenazeyên kesên ku hatin kuştin jî ji bona otopsiyê rakirin mirîxanê.
Hat ragihandin kesên ku hatine binçavkirin di jêpirsînê de diyarkirine ku ew teşebbuskirina da ku tevlî DAEŞê bibin.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.(ÎLKHA)