Seroka DBPê ya Berê ya Diyarbekirê Zubeyde Zumrut di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgariya Komare ya Diyarbekirê ve dihat kirin de bi hincetên ‘kirina propagandaya rêxistina terorê yê PKK/KCKê , endambûna rêxistina terorê û li ser navê rêxistina terorê kirina fealiyetê’ hat girtin.
Her weke ku tê zanîn Seroka DBPê ya Berê ya Diyarbekirê Zubeyde Zumrut di 3ê gulanê de hatibû binçavkirin û ew di 6ê gulanê de sewqî mehkemê hatibû kirin.Zumrut ji teref mehkemê ve hatibû girtin û wê şandin girtîgehê.
Her weke ku ew ê bê bîran Zubeyde Zumrut berîya êrîşên 6-7ê cotmehê daxuyaniyên provakatîf dabû û STKyên Îslamî hedef nîşan dabû.(ÎLKHA)