Endamê Meclîsê yê DBPyî yê Şaredariya Hezexa Şernexê Murat Şenê ku berî niha hatibû binçavkirin  bi sûcdarkirina endambûna PKKê hat tewqîfkirin û wî şandin girtîgehê.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Endamê Meclîsê yê DBPyî yê Şaredariya Hezexa Şernexê Murat Şenê ku di operasyonekê ku hatibû kirin de hatibû binçavkirin ji bona jêpirsînê sewqî Dozgeriya Komare ya Hezexê kirin. Şen ji teref mehkemeya ku lê dihat darizandin ve bi sûcdarkirina ‘endambûna rêxistina terorê` hat tewqîfkirin.(ÎLKHA)