Duh dîsa 5 roketên Katyuşayê ketin Kilîsê.Ji roketên ku ketin Kilîsê roketek îsabetî avahiyekê kir.Ji ber îsabetkitina roketê Nîsa Doner Sezera 5 salî jiyana xwe ji dest da û yek jê giran tevde 7 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin duh di wextên şeveqê de ji herema Baba Sûriyê 3 roket hatin avêtin û ji ber van roketên ku hatine avêtin yek jê polês tevde 4 kes birîndar bûn.Di heman rojê de di derdora seat 17.00an de cardin ji hêla Sûriyê 5 roketên din ji Kilîsê re hatin avêtin. Ji roketên ku hatin avêtin çend roket îsabetî çend avahiyan kirin. Ji ber teqînên roketan li dikan û malên derdorê zirar pêk hat û her wiha Nîsa Doner Sezera 5 salî jiyana xwe ji dest da û yek jê giran tevde 7 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)