Duh êvarî di derdora seat 21.45an de li ber tabura eskeriyê teqîneke dijwar pêk hat. Tesîra teqînê li temamê navçeyê hat hîskirin û ji ber teqînê dikan û malên derdorê û lojmanên tabura eskeriyê zirar dîtin.
Hat hînbûn li navçê ji ber teqînê ceyrana temamê navçeyê qut bûye û piştî êrîşê pevçûnên dijwar jî pêk hatine.Ji ber êrîşa ku hat kirin eskerekî ku giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da û 26 kesên ku di nav wan de kesên siwîl jî hebûn birîndar bûn.
Her wiha ji bilî van agahiyan polêsan li ser Rêbeja Pîran-Hênê xwestin ku wesayîtekê bisekinin, lê ji nava wesayîtê li ser polêsan de gule hat reşandin.Ji ber reşandina guleyan 3 polês birîndar bûn.
Li heremê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)