Her weke ku tê zanîn di 27ê Nîsanê de li Qoser û li Kerboranê operasyon hatibûn kirin û di van operasyonan de digel Hevserokên DBPê yên Mêrdînê Omer Ocalan û Asya Gezer her wiha kesên bi navê Osman Demîr, Hamza Dîkmen, Cumhur Altaş û Murat Koçek hatibûn binçavkirin.
Piştî jêpirsînê kesên binçavkirî sewqî mehkemê hatin kirin. Murat Koçek ji teref mehkemê ve hat serbestberdan û 5 kes din jî hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)