Her weke ku tê zanîn di 14ê Adarê de ji bona çalên ku ji teref PKKê ve hatine kolan bên girtin û barîkat jî bên rakirin qedexeya derketina derve  hatibû îlankirin ku ji wê rojê heta îro pevçûnên tund bênavber berdewam dikin.

 Di dîmenên ku hatine kişandin û di vîdyoyên ku hatine qeydkirin de tê dîtin her roja ku derbas dibe li Nisêbînê bilanço girantir dibe.Lewra di dîmenan de tê dîtin gelek mal û dikan wêran bûne. Her wiha hat hînbûn kesên PKKyî malên ku li gor dilê xwe bikartînin dû re dişewitînin û  her wiha zirarê didin mizgeftan.

Li navçê heta niha 305 PKKyî hatine kuştin.Her wiha di pevçûnên ku heta îro derketine de 49 esker û polês jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)