Hat ragihandin ku li navçeya Anamûra Mêrsînê ji nêçîrvanê ku bi şiklekî dereqanûnî pezkoviyan nêçîr dikir re 12 hezar lîre cezaya tezmînatê û hezar û 226 lîre cezaya adlî hat birîn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin Midûrtiya Şaxa Mêrsînê ya Midûrtiya Herêma 7 emîn a Wezîriya Karûbarên Daristan û Avê li hawîrdora Olucakê di dema kontrolkirina parastia nêçîran de nêçîrvanekî di ser de hatiye girtin.
Hat ragihandin ku nêçîrvanê bi navê N.Uyê pezkoviyekê nêr a 2 salî kuştiye û dûvre perçe perçe kiriye. Ji teref ekîban ve ji nêçîrvanê re 12 hezar lîre cezaya tezmînatê û ji xeynî vî yekê hezar û 226 lîre jî cezaya adlî hatiye birîn. (ÎLKHA)