Di derbarê teqîna ku li  kêleka Mizgefta Mezin a Bursayê pêk hatibû û bûbû sedema mirina kesek û birîndarbûna 13 kesan de 12 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin 12 gumanbarên ku tê diyarkirin têkiliya wan bi teqîna Bursayê re heye hatinê binçavkirin û wan anîne Bursayê.

Her wiha hat ragihandin ku piştî kontrolkirina tendirustiya gumanbaran ji bo lêpirsînê wan birine Midûrtiya Şaxa Tekoşîna bi Terorê re ya Midûrtiya Ewlehiya Bursayê. (ÎLKHA)