Ji ber pevçûn û teqînan navçeya Nisêbîna Mêrdînê bû bajêreke wêran.Dîmenên ku ji bajêr hatine kişandin tundiya pevçûnan dide ber çavan.
Li gor dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin li milên rast û çepê ya Kolana Çag Çaga Nisêbînê temamên avahiyên xera bûne.
Di pevçûnên ku ev bû 44 roj berdewam dikin de 49 esker û polês jiyana xwe ji dest dan û di operasyonên ku hatin lidarxistin de jî tevde 295 PKKyî hatin kuştin.(ÎLKHA)