Di bernameya ku ji teref Koordînatoriya Stenbolê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve li  Bakirkoyê hat tertîpkirin de qala yekîtî û biratiyê hat kirin.Bername bi beşdarbûna sed hezaran kesî bi coş û kelecaneke mezin hat pîrozkirin.Di axavtinên ku di bernamê hat kirin de axavtvanan balan kişandin li ser lîstikên kufrê û  diyar kirin pêwîst e ku li dijî van lîstikan Misliman bibin yek.

Derhênerê Weşana Giştî yê rojnameya Dogruhaberê  Mehmet Goktaş  di bernamê de axavtinek kir.Goktaş di axavtina ku kir de diyar kir  gelek wezîfeyên me li dijî Hz. Muhammed hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di serê van wezîfeyan de  jê bawerkirin, hezkirin û îtaatkirin e.Ey Stenbol! Tu bi Hz. Muhammed xweşik î, bi Eyup El Ensarî xweşik î, bi mizgeftên xwe xweşik î.Lê heger tu dixwazî xweşiktir bibe wezîfeya te îhya kirina xîlafeta ku ev bû qernek windabûyî ye.Heger em qala eşq û muhabbetê dikin nîşaneya vê ya herî xweşik ji nû ve îhyakirina xîlafetê ye.Armanc û hedefa me ya evîndarên pêxember ev e.Lewra temamê dinyayê li benda vê ye.Mislimanên ku xalîfeya wan tune be weke tizbiya ku  îmamoka wê tune ye û her  libên wê bela wela bûne ye.Belê birayên me, heger em dixwazin bigihijin vê armancê divê em ji hev hez bikin.”

Goktaş di dawiya axavtina xwe de diyar kir em mecbûr in ji hev hez bikin û divê ummeta Îslamê tefrîkayan ji naveyna xwe derbixe.

 “Meseleyên ku ew ê me bînin  bal hevdû bipeyivin”

Piştî axavtina Goktaş, Arîkarê Serokê Yekîtiya Alim û Medreseyan Mela Osman Teyfur axavtinek kir. Tayfur di axavtina ku kir de diyar kir ji bona ku em edaletê hakim bikin  Xweda me xelîfe îlan kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bona ku em karibin di roja exretê de bi rûyekî spî derkevin hizûra Xweda Teala divê em wehdetê tesîs bikin. Çawa ku ummeta Îslamê edalet û Îslamê hakim kiribe em  jî mecbûr in ku wehdet û edaletê tesîs bikin.”

 “Em di fetha Stenbol û Çanaqqaleyê de bûn yek û me fethan bi dest xist”

Tayfur di berdewama axavtina xwe diyar kir em çi qas dabeş dibin kufur dibe yek, Tayfur dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:Ey xwişk û birayên min! Dema ku em îro li erdnigarîya xwe ya Îslamê dinêrin em encama îxtîlafên xwe dibînin.Ji ber ku em li hev xwedî derneketin erdnigarîya me bû gola xwînê.Azayên vê ummetê hat perçe perçe kirin.Ummet vê yekê tenê temaşe dike. Her çiqas li Deryaya Spî bedenên zarokan li qeraxê dixe jî em wek ummetê ji kişandina ahekî pê ve tu tiştî nakin. Ji ber wê yekê ez dibêjim, çawa ku Resûlê Xwedê Ensar û Muhacir ji hev re kiribe bira bi heman awayî me jî ji hev re kiriye bira.Lê ji ber ku wan heqê vê biratiyê dan gihaştin zaferan. Dû re ummet kete tefrîkayê.Me li Qudsê zaferan bi dest xist, lê em ketin tefrîkayan û me winda kir. Em di fetha Stenbol û Çanaqqaleyê de bûn yek û me zaferan bi dest xist.Dema ku em bibin ummeteke yek her çiqas îmkanên me kêm bin jî em ê gelek zaferan bibînin.Em wek ewladên vê ummetê mecbûr in digel Kurd, Tirk, Erep, Laz û Çerkezan ji rojhilat heta rojava bibin wek wucûdekî. Me di paşarojê de vê yekê kir em karin vê îro jî bikin û em ji vê re mecbûr in.Her çiqas em dabeş dibin ji hev diveqetin, ew qas kufur dibe yek.Ji ber vê yekê divê em bibin fenafîl îxwan.Heger em vê yekê bikin wê demê Xweda dê me bixe ummeteke ku ji dinyayê re xwedîtî dike.”(ÎLKHA)