Şahîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir temaya bernameya îsal wehdet û biratî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro ummeta Îslamê herî zêde ji wehdet û biratiyê re muxtac e. Lewra alema Îslamê di nava xwe de îro pevçûn û dijmintiyan dijî. Di van pevçûn û dijmintiyan de Misliman hev dû qetil dikin.Îro alema Îslamê bûye axên îşxalê. Em ji ber vê yekê dibêjin ‘Biratî.’ Yekîtiya însanên vê heremê encax bi Îslam û îmanê mimkûn e.Yanî bi doza Resûlullah mimkûn e.”

 “Mizgeftên me mezin, Quds digrî, Misliman digrîn”

 Şahîn di berdewam axavtina xwe de diyar kir dîroka vê erdigarîyê dîroka Îslamê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dîroka vê erdnigariyê dîroka biratiya Îslamê ye.Baş e, gelo ev erdnigarî îro di çi halî de ye.Dîrok, erdnigarî, Kabe, Quds, Xezze, Şam, Xorasan û Diyarbekir digrî; mizgeftên me mezin û Misliman digrîn.Gelo em ne xwediyê medeniyeteke mezin bûn?_Em çima ketin vî halî? Lewra dilên me bûn cûrbecûr.Qelbê hinek ji me bû meqam û pîrek û yên hinekan jî bû Kurd, Erep û Tirk bûn. Hinek ji me bûn Şîî hinek jî bûn Sunnî.Ji ber vê yekê biratiya me belav bû, hêza me zeîf bû û em ji hev feşkilîn û em hedefa operasyonên xerbê.”

“Em îro ji carî zêdetir muxtacê Hz. Muhammed in”

Di heman bernamê de Mela Beşîr Şîmşek jî axavtinek kir.Şîmşek di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir îro însan ji her wextî zêdetir ji Hz. Muhammed re muxtac in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em îro ji carî zêdetir muxtacê Hz. Muhammed in. Çavên me li rêya Hz. Muhammed in da ku were û cardin vê qerna cehaletê ji ser me rabike. Bila careke din vê esra tarî û bi zehmet ji ser  me rake, bila cardin wan pîrekên ku îffetên wan hatine binpêkirin ezîz bike.Çavên me li rêya Wî ye  lewra em muxtacê Wî ne.”

“Çare Îslam e”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de diyar kir hemû kes li gora xwe çareyekê digere  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hinek ji bona selametî û sulhê û ji bona fitnê ji rastê rabikin çareyê li Ewrûpayê digerin.Hinek jî çareyê di wêrankirina welatê xwe de dibîne.Lê belê Evîndarên Pêxember  yekîtî û biratiya Mislimanan her tim di Qur’anê dibînin. Ji bilî Îslam, Qur’an û Pêxember tu tişt ji derdê me re ne derman e.Çi ma em çarê li ba pêxember dibînin, lewra em Misliman û ehle îmanê ne.Sedema şandina Hz. Muhammed dayîna dersa wehdet û biratiyê ye.Qur’an û Hz. Muhammed çima hatine şandin? Hatine şandin da ku tarîtiya zilm, putperestî, cehalet, adevet û zîlletê ji ser me bên rakirin.”(ÎLKHA)