Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof.Dr. Mehmet Gormezê ku hatibû Diyarbekirê li Mizgefta Mezin a li Sûrê nimêj da kirin û xutbe da.Gormez di xutbeya xwe de peyama yekîtî û pevretiyê da û wiha ragihand: “Dema li vê derê ev dijwarî û zehmetî  dihatin serê we, ev xirabî û tahrîbat li bajarên me diqewimiyan, dema min li her derê dinyayê bi birayên me yên misilman re hevdîtin dikir hevok û gotinên  wan ev bû, 'Heke li Diyarbekirê aşîtî çêbibe, ew ê li ba me jî aşîtî çêbibe. Heke li Diyarbekirê aramî  çêbibe em jî li welatên xwe dê di nav ewlehiyê de bin.Duayên me bi we re ne.”

Gormez di berdewama axavtina xwe de ji Sûreyê Alî Îmran ayeta 103an ‘Hûn gişt xwe bi benê Xweda ve bigirin û ji hev belav nebin, qenciya Xwedê ya li ser we bi bîr bînin.Dema hûn ji hev re dijmin bûn,  Xweda Teala bi qenciya xwe we ji hev re xiste bira.Xweda Teala bi nîmeta xwe we kire bira…” xwend û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayên min ezîz! Xweda Teala balan dikşîne vê mijarê; Rebbê me heyateke bi tefrîka dişbîne jiyana li dora çalên ku hundirên wan bi agir dagirtiye.”

Gormez di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Em ji rojên gelek dijwar û bi zehmet derbasbûn.Di van rojên dijwar de çend zarokên ku wê destê wan qelem girtibana li van axan xwe helaq kirin. Çendîn zarokên me jî di nav tabûtan de belavî bajarên Tirkiyeyê bûn. Bi rondikan dilê dayik û bavan şewitî. Min bi wan hemû dê û bavên ku dilên wan şewitîn re hevdîtin kir. Min di dilê wan kesên ku hevdîtin kir de ji bo birayê xwe kîn, hêrs û neyartî nedît. Hemû ferdên xelkê me di vê pêvajoya dijwar de gotin ku 'biratî ebedî ye, em tu tiştî bi biratiya xwe re naguherin.Îro ji alema îslamê, ji Bexda, Şam, Qahîre û Yêmenê dûman bilind dibe, zarok di agiran de dişewitin, axa dawî ya ku hemû mezlûm û mexdûran hêviya xwe pê ve girêdane ev ax in.Ev ax me hemûyan bi nîmeta Îslamê xwedî dikin. Her wiha ev ax ji her kesê ku bi nîmeta îslamê xwedî dibe re  emr dike ku bi nîmetên îslamê bibin bira, ev ax 7 sal piştî wefata Hz. Muhammed bi îslamê mişerref bûn û dê heta dawiyê jî girêdayî îslamê bimînin.”

Gormez di dawiya xutbeya xwe de qala biratiya Îslamê kir û wiha dawî li xutbeya xwe anî: “Beriya ku Xalîd bîn Velîd û Iyad bîn Ganem bên vê derê însanên ku li van axan dijiyan gelo ne li ser dalaletê bûn? Hemû li ser dalaletê bûn û hemû jî bi wan re hîdayetê dîtin.Hemd ji Xweda re hemû bûn xwediyê nîmeta Îslamê.Me hemûyan azadiya xwe winda kiribû û digel vê yekê em hemû gihaşte azadiya xwe.Xweda azadiya me daîm bike.”(ÎLKHA)