Hat ragihandin DEDAŞ ji ber ku cotkar sayacên ceyranê li bîrên avê lênexistinê ceyrana wan biriye ku cotkar jî ji ber vê yekê ji rewşê re bertek nîşan dan  û Rêya Hevrişîmê ji trafîkê re girtin.Cotkar diyar kirin ji ber birînên ceyranê mahsûlên wan zirar dîtiye û bang li rayedaran kirin.

Cotkarên ku ji bona bertekê ji DEDAŞê re nîşan bidin û DEDAŞê protesto bikin tekel şewitandin û rê ji trafîkê re girtin.

Ji ber girtina rê gelek polês û cendirmê hatin cihê bûyerê.Ji ber ku rê ji trafîkê re hatibû girtin wesayît ketin rêzê û ji ber vê yekê çend kilometre rêza wesayîtan derket holê.

Musa Tezdonenê ji cotkarên gundê Sînarayê li ser navê cotkaran daxuyaniyek da û bertekên xwe wiha anî ziman: “A niha herema Mêrdînê di nava zirareke mezin de ye û îşkence lê tê kirin. A niha zadên me li ber zuwabûnê ne , av tune ye cotkar vexwe. Qezenca cotkarekî ji vê çandiniyê 20 hezar tl ye  û DEDAŞ dixwaze vê jî ji wan bistîne.Heger ev jî ji cotkaran bê standin xelk dê çi bike? Ev  xelk dê biçe kû? Heya ku ji destên me tê em ê heqên xwe yên demokratîk bi kar bînin.Ew ê tekoşîna me berdewam bike û em ê gavekî jî neavêjin bi paş de. Em  heqdar in û em şikleke heqdar jî amade ne ku bimirin.”

Piştî daxuyaniyê rê TOMAyan ji trafîkê re hat vekirin.(ÎLKHA)