Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Mehmet Emîn Dogru û lijneya pê re Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Êlihê Mahmut Kurtaranê ku nû hatiye tayînkirin ziyaret kirin.

Di ziyaretê de pirsgirêkên perwerdehiyê, pirsgirêkên ku diqewimin û bandora neyînî ya li ser perwerdehiyê ya bûyerên ku li herêmê diqewime hatin axavtin.

Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Êlihê Mahmut Kurtaranê diyar kir ji ber ku HUDA PAR wî ziyaret kiriye ew gelek kêfxweş bûye.

Dogru jî daxwaz kir ku ev wezîfeya nû him ji bo Kurtaranê him jî ji bo gelê Batmanê bibe wesîla xêre.

Di ziyaretê de Dogru ‘Rapora Tehqîqatê ya Mifredata Perwerdehiya Neteweyî’ yê a ku ji teref Serokatiya Karûbarên Perwerdehiyê ya HUDA PARê ve hatiye amadekirin pêşkêşê Kurtaranî kir. (ÎLKHA)