Di operasyonên ku li hawîrdora Gundê Sêvan a girêdayê navçeya Dara Hênê hat lidarxistin de 2 PKKyî hatin kuştin û gelek çek û mihîmat hat bidesxistin.

Di derbarê mijrê de ji teref Walîtiya Çewligê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat belavkirin ku li hawîrdora Gundê Sêvan a girêdayê navçeya Dara Hênê li PKKê operasyon hatiye lidarxistin. Di encama operasyonan de 2 PKKyî hatine kuştin û gund parêzekî jî birîndar bûye.

Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku penagehekî hatiye dîtin. Di nav penagehê de Bîksiyek, 300 heb berikên Bîksiyê, keşek, dabancek, 2 narincok, 2 tûpên pîknîkê, 3 tûpên mezin hatine bidestxistin. (ÎLKHA)