Hidayet Tekdalê 4 salî yê ku ji ber teqîna bombê jiyana xwe ji dest dabû  duh di derdora seat 14.00an li gundê Sirtkoyê hat definkirin.

Her weke ku tê zanîn dema ku Tek li hewşa mala xwe bû bombeyek dîtibû û ew bombe di destê wî de teqiyabû.Ji ber teqîna bombê Tek giran birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê duh di wextên şeveqê de jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)