Ji destpêka şerê Sûrî pê ve her tim roket dikevin Kilîsê. Doh 3 roket ji aliyê Sûrî ve ketibû bajarê kilîsê û di encama vê yekê de 12 kes birîndar bûbûn. Hat ragihandin ku îro jî di derdora saetên 09.40an de 2 berikên roketê ket bajarê Kilîsê. Di encama ketina roketê ya li Kilîsê de 2 kes birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin bûyer di derdora 09.40an de qewimî. Ji van 2 roketên ku ji aliyê Sûrî ve hat yekê wê ket nêzê xewgeha xwendekaran û ya din jî ket nêzê otogarê.

Gor agahiyên hatine bidestxistin 2 kes bîrîndar bûne. Gelek ambulans û polês ji ciyê bûyerê re hatin teqwiye kirin.

Gelê bajêrê diltirs e. Ji ber vê yekê malbatan zarokên xwe ji dibistanê hilanîn birin malên xwe. (ÎLKHA)