Li navçeya Nisêbîna Mêrdîna ku qedexeya derketina derve hêj lê berdewam dike esker û polês îro xwestin  di malekê de lêgerînê bikin.Lê di dema lêgerînê de teqemenî teqiya.Ji ber teqîna ku pêk hat 4 polês di bin enqazê de man. 4 polêsên ku di bin enqaza malê de mabûn derxistin wan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)