Doh êvarî li Qoserê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li Şubeya Eskeriyê hat kirin.Di êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de kesekî siwîl jiyana xwe ji dest da û 4 jê zarok tevde 17 kes jî birîndar bûn.Hat hînbûn êrîş li Taxa Aşîtiyê hatiye kirin.

Êrîşa bombeyî doh êvarî di seat 23.40an de hat kirin û li temamê navçê hat sehkirin.Piştî êrîşê gelek ambûlans sewqî cihê teqînê hatin kirin.Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Qoser û Mêrdînê.Hat hînbûn rewşa kesên birîndar a niha baş e.

Navên kesên ku di êrîşê de birîndar bûne bi vî awayî ne: “ Binefser E.T. û pîreka wî Z.T.,  wezîfedarê asayîşa taybet Îlhan û hemwelatiyên  bi navê Ridvan Aydogan, Lokman Ertaş,  Huseyîn Ayaz, Şeyhmus Îlhan, Fadîle Bayram, Sîdar Surer, Kesîre, Ayten Bayram û zarokên bi navê  Nurcan Ayaz, Mehmet Nur Yalçin, Fatîh Aslan Ayşegul Yalçin.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hêj berdewam dike.(ÎLKHA)