Li Entabê di encama operasyona ‘Rêxistina Dewleta Parelel’ de kesek ji teref polêsan ve hat binçavkirin û her wiha dokumanên dîjîtal jî hatin bidestxistin.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Entabê ve daxuyaniyek hat dayîn, di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin di encama operasyona ‘Rêxistina Dewleta Parelel’ de kesek ji teref ekîbên Midûrtiya Şubeya Mucadeleya bi Terorê ve hatiye binçavkirin.

Li gor agahiyan kesê ku hatiye binçavkirin piştî dayîna îfadê hatiye serbest berdan.(ÎLKHA)