Li Çinara Amedê ji teref PKKyiyan ve êrîşa bombeyî hatibû kirin. Di encama bûyerê de dergûşek, 2 zarok bi tevahî 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Di bergeha vê êrîşê de 2 kes hatibûn binçav kirin. Hat ragihandin ku ev her du kes hatine girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser navê Serdozgera Komariya Diyarbekirê Ramazan Solmaz  hat daxuyandin de hat diyarkirin ku her du kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Di bergeha lêpirsîna nimreya 2016/30yê ya Serdozgeriya Komariya Çinarê de îfadeya 2 kesên (Î.O. û H.D.) ku têkiliya wan bi êrîşa Çinarê re heye di dîroka 17. 01. 2016an de îfade dan Serdozgeriya Komarî ya Çinarê. Piştî îfadeyên wan ev her du kes bi hinceta endambûna rêxistina terorê ya çekdarî re sewqê Hakimtiya Cezaya Sulhê ya Çinarê bûn. 

Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku van her du kesan şandine girtîgehê. (ÎLKHA)