Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di depoyekê tekstîl û kozmetîkê de şewat derket. TOMA û tîmên vemirandinê midaxaleya şewatê kirin. Hat idîa kirin ku ev şewat piştî teqînekê derketiye.
Gor agahiyên hatine bidestxistin ev şewata ku di Depoya Tevahiya Tekstîl û Kozmetîkê ya Danişmanlarê de di derdora 01.40an de li Taxa Selahaddîn Eyyubî de derketiye. Gor idîayan şewat piştî teqînekê ku hêj jî nayê zanîn çawa teqyaye derketiye.
Kesên ku di apartmana 3 tebeqeyî yê li ser depoyê de rudiniştin bi şiklekê diltirs apartmanê vala kirin. Vemirandina şewatê nêzê 2 saetan ajot. Hat dîtin ku ji ber şewatê di avahiyên hawîrdor de zirar çêbûn û eşyayên di depoyê de jî bûn rejî.
Sedema derketina agirê tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)