Di rêbeja Mêrdîn-Midyadê de qamyona ku bi ar dagirtî bû qulipî.

Qamyona ku hêj jî nayê zanîn çima qeza kiriye di rêbeja Midyad-Îdîlê de qeza kir.

Gor agahiyên hatine bidest xistin qamyona ku pleqa wê 47 LF 201 bû hêj jî nayê zanîn gelo çima teqle avêtiye. Di qezaya ku di derdora 09.30an de qewimîbû de zirarê madî çêbû.

Hat ragihandin ku ajovanê qamyonê û şexsê pê re bi şiklekê sivik birîndar bûn. Ji ber qezayê rê ji bo demekê kurt hat asêkirin.

Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)