Serkantiya Giştî, xebatên di bin navê ‘Buyerên Hundirê Welat ên Girîng` parve kir.

Serkantiya Giştî diyar kir ku di bergeha operasyonên ku li navçeya Cizîra Şernexê didome de 12 PKKyî hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi tevahî li Cizîrê 320 PKKyî hatin kuştin.

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat diyar kirin: “Tivingekê niçîrê, narincokek, dûrbînek, qemereyek, 2 têlsiz, 100 keleş, gelek amûrên ku di teqemeniyê de tê bi kar anîn û melzemeyê tendirustiyê hatin bidest xistin.”

Her wiha hat diyar kirin ku 8 teqînên destî hatine îmha kirin, 3 berîqet hatine rakirin û 2 kort jî hatin tîje kirin.

Xebatên li Amedê jî wiha hat diyarkirin: “Di operasyonên Amedê de 5 berîqet hatin rakirin û 2 teqemenî hetine îmha kirin.” (ÎLKHA)