Li Tuşbaya Wanê li ser Cadeya Îskelê ji ber cemedgirtinê mînîbûs û wesayîtekê ticarî li hev ketin. Di encama li hev ketinê de 11 kes birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin, qeza di Xaçerêya Rêbejên Cadeya Îskelê de qewimî. Wesayîtên ku pleqeyên wan 65 M 0185 û 65 EU 589 û her wiha navê ajowanên wan nehat zanîn li hev qelibîn. Di encama qelibînê de pirranî rêwî bi tevahî 11 kes birîndar bûn.
Di qezayê de kesên bi navên M.D. (46), M.C. (37), A.O. (35), Z.C. (36), E.T. (35), Z.Ç. (30), M.G. (28), N.K. (23), A.K. (23), T.A. (23) û B.A. (23) birîndar bûn.
Kesên birîndar rakirin Navenda Tiba Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncuyilê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û di derheqê qezayê de lêpirsîn dest pê kiriye. (ÎLKHA)