Li bajêra Spîjkenîsseya Hollandayê komeleyên rastgirên radîqal heftiya were dê pêşanî li dar bixin. Di pêşaniyê de Partiya PVVê ya rastgirên radîqal ji bo ku li hemberê penaberan were bikaranîn dê gaza îsotê belav bike.
Partiya PVVê ya rastgirên radîqal, çendîn mehin ku bang li gel dike ku gel li henberê penaberan pêşanî bike. Greet Wîlders, ji bo dijmintiya li hemberê mislimanan ji gelê Hollandayê re seroktî dike.
Greet Wîlders diyar kir ku têketina penaberên Mislimanan a li welatê wan xeternak e. Ji ber vê yekê di derbarê penaberan de xeberên nexweş anî zimên. Her wiha Wîlders spreya gaza îsotê ya ku dê li hemberê penaberên misliman were bikar anîn wek spreya parêziyê bi nav kir. Ji aliyekê din ve Wîlders, wek nerasterastî bang li welatiyên xwe kir da ku li henberê penaberên mislimanan çekdar bibin. (ÎLKHA)