Xwendevan û mamosteyên Sûriyeyî yên Mekteba Medresetuzzehraya Midyadê êrîşên Rusyaê ên li dijî mekteban bi daxuyanîya çapemenîyê şermezar kirin.

Di derbarê mijarê de li ser navê komê, Arîkarê Midûrê Mekteba Medresetuzzehrayê Muhammed El Hammade daxuyanîya çapemenîyê bi erebî xwend û destnîşan kir ku ew ji bona ku êrîşên ku ji teref Rûsyayê ve li dijî mektebên li Sûriyê tên kirin protesto bikin li hev civîyane.

El Hammade di derbarê mijarê de destnîşan kir Rusya digel Esed hereket dike û wiha pêde çû: “Balafirên şer ên Rûsyayê mekteban digel xwendevan û mamosteyan bi şiklekê eşkere dide ber bombeyan.Li wê derê însanên siwîl tên kuştin.Li ser wan xwendevanên ku di mektebê de ne  bombe tên barandin.Ez bawer dikim ku tiştek heye ku ji çekan bi hêz tir e ku ew jî lênûsk û qelem e.Helbet ew ê rojekî Sûrîye azad bibe.”

Mamosteyê Sûriyeyî Enes Huseyn jî bi kurdî axavtinek kir.Huseyn di axavtina xwe de destnîşan kir  Rusya mektebên li Sûrî ji xwe re dixe hedef û mamostê û xwendevanan qetil dike.

Enes Huseyn dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew geşedanîyên ku li welatê me pêk tên bi rastî jî me pir xemgîn dikin. Em li vê derê bêtirs diçin mekteba xwe.Lê belê li welatê me ne wiha ye.Li wê derê li ser xwendevanan de bombeyan dibarînin. Xwendevanên li Sûrî ji ber mirinê dema ku diçin mektebê ji malbatên xwe helalîye dixwazin ku mixabin navegerin jî.Ew birayên me xwendevan digel pênûs û lênûskên xwe hatin qetilkirin.Peşka xwîna wan li qelem û defterên wan ket.Ji destên me jî ji dua kirinê pê ve tu tişt nayê.Xwedê Teala dawî li vê zilmê bîne û tola wan birayên me ji wan zalim û qatilan bistîne.”

Piştî daxuyanîya çapemenîyê xwendevanên Sûriyeyî ji xwendevanên ku li Sûrî hatine qetilkirin re sureya Fatîhayê xwendin.(ÎLKHA)