Li Cizîrê di hinek taxên ku qedexeya derketina derve didome de operasyon didomin. Gelê Cizîrê jî ji ber ku naxwaze bibe hedefa guleyan navçeyî terk dike.
34 roj e ku li Cizîrê qedexeya derketina derve didome. Her wiha di vê demê de tîje kirina kortan û rakirina berîqetan jî didome. Li taxên Yafes û Nûra Cizîrê rakirina berîqetan ê ku heftiya borî dest pê kiribû didome. Her wiha hat ragihandin ku li Taxa Cûdiyê dest bi saz kirina qereqolê hatiye kirin.
Heta îro ji ber pevçûnên ku li Cizîrê qewimiye 18 siwîl, 6 esker û 3 polês jiyana xwe ji dest dane û 296 PKKyî jî hatine kuştin.
Di rojên berê de li taxên Dagkapi, Alîbey û Şahê ji ber ku bombe û roketan îsabetê malan kiribûn 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û nêzê 10 kesan jî birîndar bûbûn. Dema li van taxên ku berîqet û kort tunebûn jî ji pevçûnê bandordar bûn diltirsiya gel zêde bû û gel ji bo ku zirarê nebîne dest bi terk kirina malên xwe kir.
Ji ber pevçûn û kaosê heta îro li herêm nêzê 500 hezar kes malên xwe terk kirin û dîmenên nû yên ku aydê kolanên Cizîrê ne jî nîşanê me didin ku li herêm hêj jî koç kirin didome.
Her wiha paçikên sipî yên di destê zarokên ku navçeyê terk dikin de wehameta rewşa herêm carek din tîne ber çavan. (ÎLKHA)