Li ser rêbeja Diyarbekir- Êlihê di lêgerîna rê ya ku ji teref cendirmeyan ve hat kirin de di nava wesayîtekê de gelek muhîmat û çek hatin bidestxistin.

Li gor daxuyanîya Walîtîya Diyarbekirê di wesayîtê de 10 Keleşkof, Kanasek, 32 carcûrên keleşkofê, 3 hezar û 424 fîşekê keleşkofê, 5 carcûrên çekên mîna kanasê, 753 fîşek, hebek serikê muhîmata RPG 7an û fîşekeke sewqê û dûrbînek ji teref cendirmeyan ve hatin bidestxistin.

Di derbarê bûyerê de kesê bi navê M.B. hat binçavkirin û ji teref mehkemê ve hat tewqîfkirin.(ÎLKHA)