Li navçeya Cizîra Şernexa ku ev bû 34 roj ku qedexeya derketina derve lê berdewam dike hat ragihandin kontrola taxa Nûrê bi temametî têketîye destê polês û eskeran.
Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin 20 PKKyîyên ku ji serê çiyê hatibûn nava bajêr li taxa Nûrê berî vê 2 rojan hatin kuştin.Hat hînbûn PKKyîyên din ên ku li taxê bûn revîyane.
Hat ragihandin heta niha kontrola taxên Yafes û Nûrê têketîye destê esker û polêsan û her wiha beşeke mezin a taxên Sûr û Cûdîyê di destê polês û eskeran de ye.(ÎLKHA)