Hunermendê kurd Çiyager ê ku bi albumên xwe tê naskirin di derbarê rewşa Tirkîye û Kurdistanê de û her wiha di derbarê HDP/BDPyê ku ew bi xwe bi salan bi wan re xebitîyê de agahîyên balkêş parve kir.

Çiyagerê ku ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivî him serpêhatîyên xwe û him tiştên ku bûye şahidên wan anî ziman û destnîşan kir kesên ku van rastîyan guhdar nekin ew ê zirarê bikin.

Çiyagerê ku hêj biçûkayîya xwe ve digel malbata xwe bi herakata siyasî ya ku di xeza HDPê de ye re tevdigere ji ber geşedanîyên herî dawî êdî li dijî HDPê tevdigere û ew destnîşan kir ew dixwaze pêşîya dejenerebûyîna civakê bigire.

 “HDP/DBP exlaqa civatê dejenere dike û yê ku van berhêlîdike jî PKKê ye”

Çiyager destnîşan kir ew  haydar bû ku civat bi ber nebaşîyê ve diçê û destnîşan kir rewşa ciwan-pîr, mêr-jinan baş xuya nake û ji ber ku ew kesên ku ji vê yekê re bûne sebeb ew dizane, ew gotin û eşkere kirina van rastîyan ji xwe re pêwîst ditîye.

Çiyager axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “PKK di îdeolojîya xwe de ji belavbûna malbatan û ji zêdebûna hevberdanan  re cî diveqetene.PKK dibêje ‘ Ez ev qas azadîyê didim jinan û ez ev qas azadîyê didim civak û însanan.’ Jixwe yê ku di vî warî de HDPê berhêlî dike PKK ye.Rêvebirên HDP û DBPê  jixwe ji wir tên û di heman demê de perwerdehîyê didin û jinan organîze dikin û ji wan re dibêjin ‘Hûn azad in û hûn ne namûsa tu kesî ne.’ Jixwe di vê gotinê de behra wan jî heye.”

 “Ez bi xwe baş dizanim di bin navê azadîyê de di partîyê de çi tişt diwemin”

Çiyager, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir niyeta wan kesên ku ji heddê wê zêdetir azadîyê didin jinan ev e ku dixwazin ji jinan sûdê werbigirin û wiha pêde çû: “Di bin navê azadîyê de di nava partîyê de tiştên bêexleq û tiştên ku ji teref civatê ve nayen qebûlkirin diqewimin.Zimanê min ji bona gotina van tiştan tevnagere.Kongreya Jinên Azad(KJA) a ku PKKê jê re piştevanîyê dike weke xwedî li jinan derdikeve tê xuyakirin, lê di rastîyê de malik li wan xera dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev KJA ji bona jinan bikşîne li ba xwe ji wan re dibêje ‘Were em bi te re ne, em ê li tê xwedî derkevin’ û bi vî awayî wan dixapîne.Bi heman awayî di 3emîn maddeya qerara kongreya  vê KJAyê de ji bona Azadîya Ocalan di her qadê de mucadelekirin û ji bona vê yekê jî pêşengîya jinan pêwîst tê dîtin.Ez rewşa wan malbatên ku hevdû berdane baş dizanim.Divê mirov tiştên rast bîne ziman. Heger mirov û îdeolojîyek mirovên xwe û malbatên wan bifikire wê demê destûr nade ku ew malbat hilbiweşe. Ji bona malbatê aşîtîxwaz û çeker dibe.Lê belê min dît ku ew ne aştîxwaz in û lihevnayînin, her wiha ji van tiştan jî dûr in. Piştî ku min van tiştan dît min xwest ku bi xelkê xwe re parve bikim.”

 “KJA, jinan ji hevserên wan dide berdan”

Çiyager di berdewam axavtina xwe de destnîşan kir KJA jinan ji hevserên wan dide berdan û serê jinan bi şeklekî dişo û wan dixapîne.Çiyager pişt re diyar kir piştî van tiştan ev jin dev ji merên xwe berdidin, piştî ku ev berdan pêk tên re jî rewşa malbatan di holê de ye ku divê ev pirsgirêk bên rojevê.

Çiyager ragihand wekî wî bi sedan kes  hene ku bûne mexdûrê  KJAya ku HDP/DBP piştgirîyê didîye, piştî ku ev mexdûrtî hat kirin re jî ‘di bin navê azadîyê de dide kirin û bi wan mêran dide berdan, bi vî awayî wan jinan ji xeynî mêrên wan muxtacî zilaminan din an jî muxtacî rêvebiran dike.”

 “Heger tu dibêjî demokrasî û azadî wê demê divê tu êrîşî wan kesên ku mîna te nafikirin nakî û tu wan xaîn îlan nekî”

Çiyager di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir HDP/DBP û rêxistinên ku piştgirîya van distînin ji ber siyaseta ku dişopînin ew ê  winda bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “An hûn ê dev ji van xeletîyan berdin an jî hûn ê her tim ji windakirinê re bibin mehkûm.Kesên ku van gotinan guhdar nekin, kî dibe ferq nake ew ê winda bike.Lewra ev meseleyên civakî ne. Heger tu canê yekî/ê bişewtîne tê fêmkirin ku tu siyaseteke baş naşopîne. Ji ber vê yekê tu dê her tim winda bikî. Heger tu dibêjî demokrasî û azadî wê demê divê tu êrîşî wan kesên ku mîna te nafikirin nakî û tu wan xaîn îlan nakî. Divê haya mirov ji van mijaran hebe.An ew ê însan xetayên ku kirine bibîne an jî ew ê xeletîyên xwe bidomînin.”

 “Xelk jî, wan pevçûnên ji teref PKKê ve li nava bajêran hatine kişandin rast nabîne”

Çiyager ji PKKyê ku şer û pevçûnan kişandîye nava bajêran re wiha bang kir: “Tu bi kolana xendekan zirarê dide Diyarbekirê.Ev yek ji bajêr, xelk  û doza vî bajarî re zilm e. Lewra bi rojan însanan nikaribûn nexweşên xwe bibin nexweşxanê.Însan bi rojan nikaribûn nanekî bistînin û ji derketina wan re bûn asteng. Her du teref jî bûn asteng. Hêzên ewlehîyê jî PKK jî bi heman awayî. Gelo ev însan van tiştan heq dikin? Hûn ji însanên siwîl û bêsûc çi dixwazin?  Hûn ê ji vê yekê re dîqet bikin û hûn ê bibin terefdarê aşîtîyê. Ev pirsgirêk wê bi aşîtîyê çareser bibe. Dema ku aşîtî hat ew ê hemû kes di nava aramî û hizûrê de bijîn.”

Çiyager di berdewama axavtina xwe de di derbarê  rêxistinên mîna LBGT  yên ku li heremê bê exlaqîyê belav dikin nirxand kir û diyar kir  dema ku mirov weke îslamê bike û bijî wê demê bê exlaqî û tiştên mîna van di nava civatê de belav nabin û wê ji cî nebînin, her wiha ev kiryarên mîna yên LBGTîyan li dijî fitrata însanan e.”

 “Ên ku ji LBGTê re pêşîvantîyê dikin di serî de HDP û her wiha rêxistinên çepgir û sosyalist in”

Çiyager di derheqê LBGTê û kesên ku pêşîwantîyê ji wan re dikin de diyar kir zîfafa pîrekan bi pîrekan re û yên zilaman û bi zilaman re di bin navê azadîyê de pêşwaz dikin ku ev yek ne rast e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelo ev tişt dibe çiqas rast be? Ev civat destûr nade vê yekê. Kesên ku ji vê kiryara LBGTyîyan re pêşîwantîyê dikin di serî de HDP ye û her wiha jî rêxistinên çepgir û sosyalist in. Ev kes bi rêyên cûrbecûr hewl didin vê bê exlaqîyê belav bikin. Vê armanca xwe ji min re jî gotin. Min ji vê aramanc û gotina wan re bertek nîşan da. Pîrek ji bona mêr, mêr jî ji bona pîrekê hatîye afirandin.Hûn berê civakê didin kû ve? Cihê vê ne di îslamê de ne jî di kurdîtîyê de heye. Ez wek kurdekî vê qebûl nakim.Kesên ku kurd û misliman be vê yekê qebûl nake û divê neke jî.Ew kesên ku dibêjin em azadîyê dixwazin jî tevlî zarok û hevserên xwe wê rojekî têkevin xefka wan û ew ê jiyana wan hilbiweşe.Ji ber vê yekê divê em hewl bidin da ku zarokên xwe û xanimên xwe bi exlaqa îslamî mezin bikin. Divê em îslamê bijîn û bidin jiyandin.Heger bi awayî were tevgerîn wê demê wê tu nebaşî û neqencî wê nikaribe hakim bibe.”

“PKK kurdên dîndar tecrîd dike”

Çiyager balan kişande li ser tifaqîya PKKê ya bi çepgira tirkan re û wiha ragihand: “Lê belê tu bi partîyên kurd ên heremê re vê tifaqîyê nakî.Gelo tu dikarî bibêjî partîyeke dîndar ‘Tu kurdê dîndar î, tu ne ji me yî?’ Heger tu vê yekê bikî wê demê ev tecrîd wê pirsgirêkan mezintir bike. Demildest divê bi partîyên kurdan re tifaqîyê pêk bîne. Dema ku ev yek bê kirin wê demê aştî nêzîktir bibe.”

 “Heger însan birçî bin divê tu ji wan re alternatîfan pêşnîyaz bikî”

“Me bi salan rayên xwe da partîya ku me jê bawer dikir. Lê belê tiştekî ku me wê nedifikirî pêk hat.Divê xwedî li xelk, karsaz û mutahîtan were derketin.Dema ewil Serokê Şaredarîyê Ferîdûn Çelîk û partîya me bi ser ket em gelekî kêfxweş bûn. Ez û hevsera xwe digel hevdû di têketina şaredarîyê de serokê şaredarîyê peşîwaz kir. Heta di wan newrozên ku qedexebûn de jî em li seheyan bûn. Ez û malbata xwe me hemû tiştî kir.”

Çiyagerê ku siyaset û polîtîkaya PKK/HDPê rexne kir axavtina xwe wiha domand: “ Di pêvajoya ku em hatin de we di bin navê azadîyê de malik li gelek kesan xera kir. Hûn îqtîdara xwe wek firsedê dibînin. Hûn ji mutehîtan zêde pere distînin. Divê hûn xebatan li cade û kolanan bikin.Heger însan birçî bin divê hûn ji wan re alternatîfan pêk bînin û divê hûn ji wan rê derfet û îmkanên îş pêşnîyaz bikin. Heger azadî be hebûna van tiştan pêwîst e. Encax hûn bi xwe re dikevin nava nakokîyê. Dema ku mirov vê nakokîyê û bêsemîmîyetê dibîne êdî naxwaze bawer bike.Divê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin em misliman in divê zanibin Xwedê eql ji bona fikrîne û ji bona kirina karên baş daye însanan.”

 “Zarokên 11-15ê salî diavêjin hembêza mirinê”

Çiyager destnîşan kir ew bi xwe bi salan dil daye xeza HDPê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min bavê xwe di vê rêyê de winda kir. Her wiha min gelek naskirîyên xwe jî di vê rêyê de winda kir. Ez difikirim çawa ku dewr diguhêre divê mirov jî biguhêre.Ango  divê mirov ne xwedîyê têgihiştineke nîjatperest û şovenîst be. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin.Gelo musadekirina mirinên însanan, musebbîb bûyîna têketina fuhuşê ya însanan û sebebbûyîna mirina zarokan tê çi manê? Gelo doza kurdî li zarokan maye?  A niha Zarokên 11-15ê salî diavêjin hembêza mirinê.Li gor we di vê de kî sûcdar e? Kesên ku berê wan didin sikakan an jî kesên ku wan dikujin? Divê ev tişt baş werin hesabkirin.”

 “Em dinyayeke bêşer û bêpevçûn ava bikin”

Çiyager di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ew bi xwe biçûkayîya xwe ve di nava vê şer û bêhizûrîyê de mezin bûye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê hemû kes li dijî vê pirsgirêka ku nikare were çareserkirin hesas be.Em vê yekê ji temamên partîyên xwe, miletê xwe yên kurd û ji dewletê hêvî dikin.Ji kerema xwe re werin vê meselê di dora maseyeke de çareser bikin.Werin em dinyayeke bêşer û bêpevçûn ava bikin”(ÎLKHA)