Her weke ku tê zanîn li navçeya Çinara Amedê ji teref PKKyîyan ve bi wesayîtên bombebarkirî êrîş li Midûrtîya Ewlehîyê û lojmanên polêsan hatibû kirin,Di êrîşa ku hatibû kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 39 kes jî birîndar bûbûn.Navên kesên ku di êrîşê de miribûn û birîndar bûbûn diyar bûn.
Di êrîşê de polêsê bi navê Mehmet Şenol Çîftçî û qîza wî ya 4 salî Mewlûde Îrem Çîftçî jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha mala ku li kêleka lojmanan bû û wêran bûbû de jî ji heman malbatê LokmanAçikgoz û zarokên wî Murat Alper Açikgoz û Ecrîn Açikgoz jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha hevsera polêsekî ya bi navê Esra Kose Başaran jî jiyana xwe ji dest dabû.
Di êrîşê de ji polêsan kesên bi navê L.K., C.B., H.O., M.G., Y.K., F.Y û naskirîyên wan ên bi navê M.T., Î.B., Î.Ç., N.G., Z.T., S.T., Y.T.B. û E.G. û kesên siwîl ên bi navê A.U., N.U., A.A., A.O., N.O., Ş.O., Ç.O., Î.A., U.A., B.A., S.E.A., A.C., S.C., E.O., Î.A., O.S.Y., S.G., M.B., A.D., R.D., E.D., U.N. A.Y., Ş.A. û Y.A. birîndar bûbûn.(ÎLKHA)