Li navçeya Cizîra Şernexa ku ev bû 30 roj qedexeya derketina derve lê berdewam dike hêj pevçûn û şer jî bi şidet didomin.Hat ragihandin duh êvarî li navçê teqînên bi şidet pêk hatin.Di encama teqînan de gelek mal û wesayît şewitîn.

Li gor agahîyên şahidan piştî teqînên tund li Taxa Sûrê di parkeke TIRan de agir derket. Di encama şewata ku di parke derket de 30 TIR şewitîn.(ÎLKHA)