Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê komek PKKyî ambûlans revand.Kesên PKKyî li Taxa Dîcleyê rêya ambûlansê birîn û xebatkarên tenduristîyê jê peya kirin.
Pişt re hat hînbûn ku ambûlansa ku ji teref PKKyîyan ve hatibû revandin li kolanekê hatîye terikandin û alavên tibbî yên tê de jî hatine şelandin.
Di derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)