Li navçeya Kayapinara Diyarbekirê 2 zarok li goristanê bombe dîtin.Bombeyê ku zarokan dîtin di destên wan de teqîya.Di encama teqîna  bombê de yek jê giran tevde 2 bira birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Peyasê zarokan li goristanê bombe dîtin û pê lebikîn. Bombe di destên zarokan de teqîya.Di encama teqînê de yek jê giran tevde 2 zarok birîndar bûn. Ji zarokan yek  ji wan rakirin nexweşxaneyeke taybet ê dî jî rakirin Fakulteya  Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Li gor agahîyên şahidan di encama teqînê de destê zarokekî û dest û pêya zarokê din jê bûye.

Polês di derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.(ÎLKHA)