Di bergeha operasyonên ku li PKKyiyan tên kirin de li herêma Ortaçanaka Navend a Çewlîgê embarek PKKyiyan a ku di nav de zexîre hebû hat dîtin. Hat ragihandin ku ev embar hatiye îmha kirin.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Çewlîgê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku li PKKê operasyon hatiye kirin. Di encama operasyonê de li herêma Ortaçanaka Navend a Çewlîgê depoyek hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de erzaqên ku di depoyê de hatiye dîtin wiha hat rêzkirin: “5 kg ard, 2 kg şekir, 30 pakêt çay, 2 qezax, akuyek, 2 cût pêlavê werzişê, depoyek plastik.” (ÎLKHA)