Di pevçûnên ku li Şernexê derketin de zarokekî 5 salî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Cizîra Şernexa ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike pevçûnên dijwar bênavbir berdewam dikin.Di pevçûnên ku diqewimin de berikek îsabetî serê zarokekî 5 salî kir û zarok jiyana xwe ji dest da.
29.12.2015 09:00:00 / Xeberen Kurdi
Li Cizîra Şernexê pevçûn û şer hê jî didomîn.Di şer û pevçûnên ku li navçê diqewimin da Huseyîn Selçûkê 5 salî yê ku berik îsabetî serê wî kir jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hat ragihandin di pevçûneke din de kesekî bi navê Huseyîn Ertene miriye û kesê bi navê Orhan Levent jî birîndar bûye.
(ÎLKHA)