Tevlihevîya ku di 6-8ê cotmehê destpê kiribû di van 3-4 mehên dawî de zivirî şer. Ev yek jî dibe sedema mexdûrbûna taciran. Di sala herî dawî de hezar esnaf dikanên xwe asê kirin. li Nisêbînê di van 2 mehên dawî de ji ber ku pevçûn çêdibin û qedexeya derketina derve tê îlankirin esnaf nikarin dikanên xwe vekin. Ev yek jî bû sedema top avêtina esnafan. Her wiha hat ragihandin ku li navçeyê jiyan sekinîye û dengê çek û teqînan tê.

Esnaf diyar kirin ku ji vê yekê herkes zirarê dibîne. Pêwîst e ku ev bûyer demildest werin sekinandin. Ji tacirên navçeyê A. Rahîm Yîgît destnîşan kir ku ew nikarin çek û senedên xwe bidin. Ev yek jî dibe sedema mexdûrîyeta wan. Dûvre Yigit axavtina xwe wiha domand: “Ji van bûyeran, zirarên herî zêde esnaf  û siwîl dibînin. Em wek esnaf nikarin deynên xwe bidin. Em nizanin gelo em çi bikin. Tacirên nisêbînê gelek mexdûr bûne. Êdî bes e! Em hêvîdar in ku ev bûyer demildest werin sekinandin. Em şerpeze bûn.”

Bûyerên ku li vir diqewimin navenda Mêrdînê jî bandordar dike. Ji ber bûyeran beşên turîzm û otelvanînê sekinîne. Dereke wek Mêrdîna ku tarîxî ye turîst dihatine, lê ji ber bûyeran êdî turîst nayên. Heke wiha bidome dê hemî dikan werin asêkirin.”(ÎLKHA)