Ji teref Şaxa Edenê ya Hareketa Şaristanî û Însanê (ÎHM) ve konferanseke bi navê ‘Banga Me ya  mirovahîyê û Piştgirîya Ûmmetê’ hat lidarxistin. Di bernamê de Serokê Şêwirmendîya Bilind a ÎMHyê Mehmet Guney axivî û destnîşan kir pêwîst e ku misliman wek tuxleyên avahîyê û wek ezayên heman laşê bi hev re hereket bikin.

Konferans, di Salona Konferansê ya Navenda Çanda Seyhanê de hat lidarxistin. Endamên Sazîyên Siwîl ên Edenê beşdarî bernamê  bûn.

Di bernamê de Serokê Şaxa Edenê ya ÎMHyê Mehmed Tosun diyar kir ji bo ku sunnetê Resûlê Xweda yê ‘Rîbat’ê îhya bikin xwestine ku beşdarî vê bernamê bibin.

“Li hemberê ûmmetê berpirsyarîyên me hene”

Tosun hadîsa “ Mislimanek, birayê mislimanekî ye. Misliman, zilm li mislimanekî/ê nake û wî ji zaliman re nahêle” bibîr anî.   Dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Em wek ferd û cemaet pêwîst e em ji bîr nekin ku em ji xwe û ji ûmetê berpirsyarin. Em li kû derên erdnîgarên îslamê diinêrin em dibînin ku bûne wêran. Em dema ku li welatên Filistîn, Sûrî, Iraq, Çeçenîstan, Afganîstan û Afrîqayê dinêrin dilên me dişewitin. Xwedê Teala bixe nesîbê me ku ev agir bidestê me were tefandin.”

 “Pêwîst e ku di şûna îxtîlafê de wehdet were tesîs kirin”

Guney bal kişand li ser piştgirîya ûmetê û biratîya ku ji teref Xwedê Teala ve hatîye emrkirin. Dûvre destnîşan kir bedela wî çi dibe bila bibe pêwîst e ku mirov bi hev re hereket bike. Guney axavtina xwe wiha domand: “ Bûyerên ku li Filistîn, Sûrî, Iraq, Afrîqa, Qafkasan û Keşmîrê diqewimin me eleqedar dikin. Lewra em wek malbatekî ne. Navên me ûmmet e.”

“Kesa/kesê ku bawer dike tuxleyê vî sazîyê û endamê vî laşê ye”

Guney diyar kir ku Xwedê Teala dixwaze  kesên ku bawer dikin wek ûmmet bibîne. Ji ber vê yekê pêwîst e ku misliman wek tuxleyên avahîyê bibin yek. Dûvre Guney wiha dawî li axavtina xwe anî: “Fiqih, mezheb û zayenda mirov çi dibe bila bibe pêwîst e ku em bibin ûmeteke ku xerabîyê dûr dike û ji heqîyê re xizmet dike.”(ÎLKHA)