Li navçê ji ber ku kesên PKKyî xendek kolabûn ji teref Qeymeqamtîyê ve qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û qedexe ji ber bûyerên ku rû da bû du cara hat dirêjkirin. Bi vî awayî li navçê qedexeya derketina derve 8 roja berdewam kiribû.Qedexe roja pêncşemê hat rakirin. Her çiqas ji ser rakirina qedexe 5 roj derbas bûbe jî hêj dikan girtîne û bêdengî li navçê hakim e.

Li navçê hat dîtin ji ber bûyerên ku qewimîne gelek dikan û mal xira bûne hinek ji wan şewitîne. Her wiha mekteb û cihên şîngehê  hatine texrîbkirin.

Xelkê navçê yên ku nexwestin navên wan bê aşkere kirin di derbarê mijarê de destnîşan kirin siyaseta xendekan tenê xelkê mexdûr dike û wiha li axavtina xwe zêde kirin: “Kesên ku ji van bûyeran zirar dîtin her tim hemwelatî bûn.Di pevçûnan de mal, mekteb û gelek cihên din zirar dîtin. Ji ber pevçûnan, xelkê navçê mecbûr man ku malên xwe biterikenin. Piştî ku qedexe hat rakirin re xendek nehatin girtin û barîkat jî weke xwe ne. Bi rastî ev rewş me dilnerihet dike. Gelo ew ê cardin pevçûn dest pê bikin, ew ê cardin  qedexeya derketina derve bê îlan kirin? Hemû kes van pirsan ji  hevdu dike. Her wiha tê gotin ku di xendekan de teqemenî hene. Ev bû 4 roj ku qedexe hatîye rakirin, lê hêj exlebê dikanan nehatine vekirin. Lewra xelkê ku navçê terk kirine hêj venegerîyane. Hêj jî ne diyar e ku ew ê çi bibe. Heger hûn bala xwe bidin li cihekî ku HDP herî zêde deng standîye xendek tên kolan û navçê tên wêrane kirin.Lê belê li cihên ku dengan hindik standine wek bexçeya gula ne.Ne xendek ne barîkat ne jî bûyer hene. Mukafata xelkê ku piştgirîyê dide wan gelo ev e?”(ÎLKHA)