Yetîm-Dera ku karûbarên xwe li Amedê birêve dibe rapora xwe ya meha mijdarê bi rayagiştî re parve kir.
Endamê Yetîm-Derê Engîn Taştekîn di avahîya komelê de rapora xwe ya meha mijdarê daxuyand û destnîşan kir ew di meha mijdarê de bi qîmeta 26 hezar û 180 TL alîkarîya malbatên feqîr û nîyazmend kirine.
Taştekîn, alîkarîyên ku di meha mijdarê de kiribûn parve kir dûvre axavtina xwe wiha domand: “Di bergeha ‘Ji sewîyek re tu jî bibe sponsor’ li 273 sêwîyan 19 hezar 110 TL mehane alîkarî hat dayin. Li 22 sêwîyan 2 hezar û 200 TL alîkarîya bursê, li 4 dayîkên sêwîyan 400 TL alîkarî hat kirin. Li 5 malbatên sêwî bi tevahî di qîmeta 250 TL ve goştê sor hat belav kirin. Her wiha di bergeha projeya ‘Tu jî sêwîyekî bizewicîne’ de me bi behayê 4 hezar û 250 TL ve 12 xalî û cihêz hat belavkirin.”
Taştekîn destnîşan kir ji bo ku ew karibin zêdetir alîkarîyan bikin civînên îstîşareyan li dar xistine û hewl dana wan ew e ku xebatên xwe berfirehtir bikin.
Her wiha Taştekîn diyar kir ku ji bo meha berfanbarê bi sloganên ‘ Bila sêwî necemidin’ ji bo ku hewcedarîyên malbatên feqîr werin dîtin kampanyayek dane destpêkirin û ew wek Yetîm-Der hêvîdarin ku xêrxwaz piştgirî bidin wan.(ÎLKHA)