Serokatîya Kurdistana Başûr di daxuyanîyeke ku belav kir de destnîşan kir Serokê Kurdistana Başûr Mesud Barzanî pêşwazîya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir û pê re hevdîtinek kri. Di hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge û azadkirina Şingalê li Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe jî ji bo rol û ked û qurbanîdana Pêşmerge li şerî de hebû û eve jî ragihand ku hemû cîhan bi peroşê ve çaverêya azadbûna Şingalê dikir û eve jî bi dest û şiyana Pêşmerge pêkhat.

“Em rê nadin Kurdistan bibe qada safîkirina hesabên hêzên tayifî û herêmî.”

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Kurdistana Başûr ve di derbarê hevdîtinê de hatîye dayîn de  hat diyarkirin Mesud Barzanî di hevdîtinê de di derbarê rewşa Kurdistanê de wiha axivîye: “Em rê nadin Kurdistan bibe qada safîkirina hesabên hêzên tayifî û herêmî.Em bi ti awayî di wan nakokiyên tayifî de li dijî ti welatekî jî nabin.”(ÎLKHA)